YE ji bo ji nû ve avakirina Kolombiyayê fonek ji 95 mîlyon Euroyî veqetand

Yekîtiya Ewropa (YE), ji bo destekkirina karên ji nû ve avakirina Kolombiyayê, fonek ji dehan mîlyon Euroyî veqetand.

Peymana aştiyê ya navbera Hêzên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê, di 1'ê Kanûnê de ji aliyê Kongreya Kolombiyayê ve hatibû erêkirin.

Piştî vê li hevkirina ji bo aştiyê, welatên Ewropayê jî dan xuyakirin, ku ji bo ji nû ve avakirina Kolombiyayê ew fonek ji 95 mîlyon Euroyî vediqetînin. Peymana li ser alîkariya Yekîtiya Ewropayê duh li Brukselê di navbera Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos û Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî ve hat îmzekirin.

Ji vî 95 mîlyon Euroyî wê 72 mîlyon yekser ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve, 23 mîlyon jî wê ji aliyê 19 welatên endam ve bên dayîn. Di vê çarçoveyê de wê Fransa û Spanya her yek ji wan 3 mîlyon, Elmanya û Brîtanya jî her yek jê 1,5 mîlyon Euro veqetînin.

Tê payîn ev fona Yekîtiya Ewropayê bi giranî ji bo pêşvebirina herêmên bejahî yên Kolombiyayê û alîkariya ji bo reforma axê, bê bikaranîn.