Li Fransayê hejmara nexweşên kronîk ên giran di nava 20 salan de bi du qatan zêde bû

Li gorî daneyên dawî yên li Fransayê hatin weşandin, yek ji 6 kesan bi nexweşiyeke kronîk a giran e.

Rojnameya Le Echos li gorî rapora dawî ya Dîwana Muhesebatê ya Fransayê nûçeyek weşand û diyar kir, heta dawiya sala 2015'an ji sedî 16,6 mirovên xwedî sîgorta tenduristiyê, ji ber nexweşiyên kronîk ên giran tedawî dibin. Ev yek jî tê wê wateyê ku 10,1 mîlyon ji 66 mîlyon nifûsa Fransayê, bi nexweşiyên kronîk in.

Hejmara nexweşên kronîk ên li Fransayê, di sala 1996'an de 5 mîlyon bû. Tenê par li Fransayê 1,4 mîlyon kes ji aliyê Saziya Sîgorta Tenduristiyê ya Giştî (CPAM) ve weke nexweşên bi nexweşiya kronîk a giran, hatin qeydkirin.

Ji van nexweşan, 2 mîlyon 470 hezar kes nexweşên diyabetê ne. 2 mîlyon mirov jî bi tumora nebaş ve nexweş in. Hejmara mirovên nexweşiya psîkiyatrî ya kronîk bi wan re heye 1,3 mîlyon e. 1,1 mîlyon mirov jî bi nexweşiya koroner in. Nexweşiya dil jî bandorê li mîlyonek mirovî dike.

Li gorî heman daneyan, zêdeyî ji sedî 30 ê mirovên bi xweşiyên kronîk ên giran, 10 sal in an jî zêdetir e tedawî dibin.