Li YE bê edaletiya navbera mûçeyên xebatkaran dewam dike

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), mûçeyên herî kêm û yên herî zêde, gelekî dûrî hev in.

Li gorî Eurostatê, di nava yekîtiyê de welatê ku mûçeyên karkeran dûrî ji hev e, Polonya ye. Li Swêdê, cudahiya navbera mûçeyan gelekî kêm be. Li Polonyayê di navbera xebatkarên mûçeyên kêmtirîn digirin û xebatkarên mûçeyên zêdetirîn digirin, bi 5 qatan cudahî heye. Ev yek li Swêdê 2 qat e.

Li Elmanyayê jî, ku mezintirîn aboriya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, mûçeyên xebatkaran bi 4 qatan ji hev cuda ne.

Li welatên mîna Elmanyayê ku bêkarî kêm e û aborî timî mezin dibe, bêedaletiya hatineyan û xizanî zêde dibe. Li Elmanyayê, bêkarî ji sedî 5 e. Lê 16 mîlyon mirovên li Elmanyayê mehane kêmî 719 Euro distînin.