Pentagon: Rejîma Sûriyeyê li Palmîrayê çekên xwe hiştin û reviyan
Wezareta Parastinê ya Amarîkayê, têkildarî dubare dagirkirina bajarê Palmîra ya Sûriyeyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve daxuyaniyek da.
Wezareta Parastinê ya Amarîkayê, têkildarî dubare dagirkirina bajarê Palmîra ya Sûriyeyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve daxuyaniyek da.
Li gorî Pentagon hêzên rejîma Sûriyeyê, ji bajarê kevnar di demekî pir kurt de vala kir. Bajar 11’yê Kanûnê dubare ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dagirkirin. Hêzên Rejîmê, beriya 9 mehan bi alîkariya Rûsyayê Palmîra ji çeteyan rizgar kiribû.
Berdevkê Pentagon Jeff Davîs bal kişand ser êrîşa herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarê kevar a Palîmîrayê.
Davîs diyar kir ku di encamê de çeteyên DAIŞ’ê bi alavên hêzên rejîmê yên li pey xwe hiştin bajar dubare dagir kirin.
Davîs bibîr xist ku di nav van alavên leşkerî de wesayîtên zirxî û bataryayên topan jî hebûn.Rexne li Rûsyayê ku ku alîkariya leşkerî nedaye Amarîkayê, ji ber vê yekê Palmîra dubare kete destê çeteyan.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê DYA’yê John Kîrbî jî diyar kir ku ne rejîm û ne jî hevkarê wî Rûsya di nava hewldanên wisa de ne ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin.
Li gorî Kîby her çendî îtifaqa di navbera her dû aliyan de bibe sedemê gelek kesên sivîl jiyan xwe jî ji dest bidin, tenê bi ser mûxalefetê de diçe.