Li Îtalyayê Senatoyê hikûmeta nû erê kir
Hikûmeta ku ji hêla Paolo Gentîlo hat avakirin, ji hêla Senatoyê hat erêkirin.
Hikûmeta ku ji hêla Paolo Gentîlo hat avakirin, ji hêla Senatoyê hat erêkirin.
Gentîlonî yê ku dema Wezîrê Karên Derve bû, piştî Renzî îstîfa kir û şûn de wezîfeya avakirina hikûmetê ji hat xwestin, di dengdana Senatoyê de ji 268 senatoran desteka 169’an girt. Di dengdanê de 99 senatoran jî ji kabîneya nû re gotin ‘na’.
Di kabîneya nû de ku ji bilî Partiya Demokrat (PD), siyasetmedarên ji partiyên lîberal jî cih girtin, wek Wezîrê Karên Hundir endamê PD’ê Marko Mînnîtî, ji bo Wezareta Dadê jî ji heman partiyê Andrea Orlando hatibû diyarkirin. Di kabîneya Gentîlonî de ku Wezîrê Parastinê Roberta Pînottî ye, wezîfeya Wezareta Aborî û Darayî dîsa ji Pîer Carlo Padoan re ma.
Matteo Renzî yê ku ji hilbijartinên sala 2014’an û vir ve serokwezîrtî dikir, piştî ku 4’ê Kanûnê reforma destûra bingehîn a berfireh di referandûmê de hat redkirin, îstîfa kiribû.