Bi hezaran leşkerên Amerîkî wê di ser Elmanyayê re derbasî Polonyayê bibin

Yekîneya leşkerî ya ji 4 hezar kesî, ku wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bişîne Polonyayê, piştî salên dûr û dirêj wê di ser axa Elmanyayê re derbas bibe.

Fermandarê yekîneyên DYA yên li Ewropayê General Frederîk Hodges diyar kir, yekîneya leşkerî ku maşînên zirxî jî di nav de hene, wê di meha Çileyê de ji gelek eyaletan bi rêya bejahî derbasî Polonyayê bibe. Ji bo sewqiyata 4 hezar leşkerên Amerîkê ber bi Polonyayê ve, tê plankirin ku leşker li bajarê Bremerhavenê bên civandin û di ser eyaletên Nîedersachsen, Hambûrg, Sachsen-Anhalt û Brandenbûrgê bên derbaskirin.

Ev yek di çarçoveya biryara NATO'yê de pêk tê. Piştî salên dûr û dirêj, wê cara yekemîn maşînên zirxî yên welatekî biyanî bi sedan kîlometreyî di nava axa Elmanya de biçin.

Generalê DYA'yî da xuyakirin, ku ji ber derbasbûna konvoya ji sedan wesayîtê, ew li bendê ne gelê Elman 'helwesteke xweşbîn' nîşan bide.