Le Figaro: Pûtîn û Erdogan pakt îmze kirine
Di rojnameya Le Figaro ya Fransiz de analîzek berfireh hat weşandin, hat diyarkirin ku mabeyna Erdogan û Pûtîn de têkîldarî Sûriyeyê paktek hatiye îmzekirin.
Di rojnameya Le Figaro ya Fransiz de analîzek berfireh hat weşandin, hat diyarkirin ku mabeyna Erdogan û Pûtîn de têkîldarî Sûriyeyê paktek hatiye îmzekirin.
Xwediyê analîzê Pisporê Rojhilata Navîn Fabrice Balanche ye. Fabrice Balanche, nivîsî ku hevpeymana navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, 9’ê Tebaxê li San Petersbûrgê hatiye îmzekirin.
Li gor analîzê, ev parvekirina qadên bandorê yên li Sûriyeyê pêş dibîne û wê pêkanîna paktê jî merhele bi merhele be.
Balanche, gavên dema şerê Helebê û piştî wê jî rêz dikin. Li gor vê, wê komên çekdar ên alîgirên Tirkan ji Fetîh El Şamê dûr bikevin, dorpêçkirina Rojhilatê Helebê hêsan bikin.
Paralelî vê, wê hêzên Tirk jî bi komên ku dûvikên wê ne, dê axên mabeyna Ezaz û Cerablusê dagir bikin. Ev her du merhele pêk hatin.
Dema Heleb ji hêla hêzên rejîmê hat kontrolkirin, wê demê dê Erdogan êrîşî El Babê bike.
DIKARE WEK PAKTA ELMAN-SOVYETAN BI ENCAM BIBE
Lê, wê piştre çi bibe? Li gor Balanche, di dewama paktê de ev hene;
Rejîma Sûriyeyê wê êrîşî herêma Idlîbê bike. Tirkiye jî wê notr bimîne û temaşe bike.
Li beramberî vê jî ji bo dagirkirina Minbicê wê bikeve nav liv û tevgerê. Heta, di hedefê de Girê Spî (Til Ebyad) jî heye.
Wisa jî wê rêyên mabeyna Kobanê, Efrîn û Qamişloyê qut bibin.
Li gorî Balanche, pakta Erdogan û Pûtîn dikare mîna Pakta Elman-Sovyetan a ku sala 1939’an hatibû îmzekirin, bibe. Hevpeymana veşartî ya mabeyna Hîtler û Stalîn bibû sedema Duyemîn Şerê Cîhanê.