'Ji CO2 bêhtir divê bal li ser zêdebûna gaza metanê be'

Li gorî lêkolînekê ku di kovara bi navê Earth System Science Data de hate weşandin, rêjeya gaza metanê ku yek ji gazên herî xetere yên li atmosferê ye, di salên dawî de zêde bûye û li pêşiya têkoşîna li dijî germahiya global dibe asteng.

Ev lêkolîn ji aliyê 80 zanyarên ji 15 welatan ve hate kirin. Li gorî lêkolînê, rêjeya gaza metanê ya li atmosferê di navbera salên 2000-2006'an de zêde nebû, lê piştî sala 2007'an di asteke bilind de zêde bû. Ji sala 2007'an û pê ve rêjeya gaza metanê ya li atmosferê bi qasî 10 qatan bi lez zêde bû.

JI CO2 BÊHTIR XETERE YE

Di lêkolînê de hat destnîşankirin, di nava gazên bi bandora sera de, ku rê li ber germahiya global vedike, para gaza metanê ji sedî 20 e. Hat ragihandin, mîna karbondîoksîtê (CO2) divê belavkirina gaza metanê jî were kêmkirin.

Di lêkolînê de hat bibîrxistin, gaza metanê li gorî CO2 hê bi xetere ye û hişyarî hate dayîn, ku hewldanên li dijî guhertina avhewayê, ji ber gaza metanê dibe ku bi ser nekevin.

Li gorî lêkolînê, ji sedî 60 ê gazên li atmosferê belav dibin, ji ber mirovan e û ji sedî 36 ê vê yekê jî ji ber aktîvîteyên çandinî û bikaranîna sergo ye.

JI BO PÊŞÎGIRTINA LI GERMAHIYA GLOBAL, LAZIM E BÊ KÊMKIRIN

Di lêkolînê de hat gotin, yek ji pênc parên gaza metanê ya li atmosferê belav dibe, ji ber gaz, petrol û komirê ye û hat destnîşankirin, ku divê bikaranîna van bê kêmkirin. Pisporan li ser bikaranîna komirê li DYA û Çînê, ku ji sala 2000'î û vir ve zêde bûye, hişyarî dan.

Di vê lêkolîna berfireh de ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin, ku di çarçoveya xebatên sekinandina germahiya global de, tevî karbondîoksîtê li ser kêmkirina gaza metanê bisekinin.