Obama ji bo Rûsya û Pûtîn gotinên hişk kir

Obama, di konferansa çapemeniyê ya Qesra Spî de axivî, ji ser îdîayên êrîşên sîber, berê xwe da Rûsyayê. Obama, ji ser êrîşên sîber hişyarî da Rûsyayê, pênaseya ‘welatê biçûk ê bêhilberîn’ bal kişand.

Obama dubare kir ku çavkaniya êrîşên sîber ên li dijî Partiya Demokrat û ekîba Hîllary Clînton ji Rûsyayê ne, bi lêv kir ku êrîşên navborî bi fermana rêveberiya Rûsyayê pêk hatine. Obama got, “Rûsya jî bêyî destûra Vladîmîr Pûtîn nikare ti tiştî bike” û anî ziman ku ev biryara êrîşê ji hêla Kremlînê hatiye girtin.

Barack Obama bang li endamê Komarparêzan Donal Trump ê wê meha Çileyê seroktiyê dewir bigire kir û xwest banga wî ya lêpirsînek ‘bêalî û serbixwe’ qebûl bike.

Barack Obama got meha Îlonê dema Civîna G20 ya li Çînê têkîldarî mijarê bi Vladîmîr Pûtîn re axiviye, destnîşan kir ku xwestiye ‘êrîşên sîber bên rawestandin’ û berevajî ‘wê encamên wê yên cîdî çêbibin’.

Balkêş bû ku dema têkîldarî pirsgirêka Sûriyeyê Obama rexneyên xwe li Rûsyayê dikir ji vî welatî re got ‘welatê biçûk’. Obama got, “Dema we xwest ji bilî petrol, gaz û çekê tiştekî din ji Rûsyayê bikire, welatekî ku aboriya wê hilnaberîne, biçûk û lewaz e. Nikare nûbûnan hilberîne.”

Obama, bi awayekî sergirtî anketeke ku di nav Komarparêzan de têkîldarî polîtîkayên Vladîmîr Pûtîn pêk hatî îşaret kir ku li vir rêjeya yên van polîtîkayan qebûl nakin ji sedî 37 in û got; “Niha Ronald Reagen li gora xwe nikare bisekine. Çawa rewş hat vê astê.”