DYA sewqiyata cebilxaneyê ya ji bo Siûdiyan sekinand

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) biryar da sewqiyata cebilxane û fîşekan a ji bo Erebîstana Siûdî ku bi komkujiyên li Yemenê di rojevê de ye, bisekinîne.

Li ser navê rêveberiya DYA daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin, sewqiyata cebilxaneyan a ji bo Erebîstana Siûdî hatiye sekinandin. Berdevkekî hikûmetê ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir, ev biryar ji ber mirina sivîlan a li şerê navxweyî yê Yemenê hatiye girtin.

Berdevk da xuyakirin, hevkariya leşkerî ya navbera Erebîstana Siûdî û DYA, nayê wateya 'çeka vekirî' û anî ser gotina 'Rêveberiya DYA ji rêbaza şer a Siûdiyan li Yemenê ne razî ye'. Rayedarê ji Reutersê re axivî bal kişand ser pirsgirêka balafirên Siûdî ya 'diyarkirina hedefê'.

Ji Adara sala 2015'an û vir ve Koalîsyona Ereb bi pêşengiya Erebîstana Siûdî li milîsên Hûsî yên Şîa dide. Erebîstana Siûdî bi kuştina bi sedan sivîlên li Yemenê, di rojevê de ye. Balafirên Siûdî ku di mehên havînê de li gelek dibistan û nexweşxaneyan xistin, herî dawî bombe li merasîmeke cenaze barandibûn û herî kêm 140 kes kuştibûn.

Şerê navxweyî yê li Yemenê bi qasî 2 sal in dewam dike. Di nava vî şerî de herî kêm 10 hezar kes mirin, ku 4 hezar ji van sivîl in.