Germa li Arktîkayê bi 3,5 pileyî zêde bû, yek ji çar parên qeşayê heliya

Li gorî daneyên Daîreya Atmosferê û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA), germa li Cemsera Bakur (Arktîka) gihîşt asta rekorê ya 115 salên dawî.

Li gorî daneyên NOAA, di navbera Cotmeha 2015-Îlona 2016'an de, li gorî sala 1900'î ku yekemcar di wê demê de ser rûyê erdê yê Arktîkayê hatibû pîvandin, germahî bi 3,5 pileyî zêde bû. Ev yek jî bû sedem ku rêjeyek zêde ya qeşa li cemserê bihele.

NOAA'yê da xuyakirin, ku germa li Arktîkayê li gorî herêmên din ên cîhanê bi du qatan zûtir pêk tê û diyar kir, germbûneke di vê astê de, kêm caran hatiye dîtin.

Di daneyan de hat ragihandin, cara yekemîn e li vê herêmê sê salan li pey hev germahî zêde dibe û hat gotin, qeşagirtina ku di rewşa asayî de payîzê rû dida, îsal dereng ketiye û tebeqeya qeşayê ya li Gronlandê gelekî heliya ye.

Li gorî daneyên NOAA, herêma ku li Arktîkayê qeşa girtiye, di navbera Cotmeh-Mijdara 2016'an de herêma herî biçûk a ji sala 1979'an û vir ve ye. Herêma qeşagirtî, li gorî nîveka salên 1981-2010'an ji sedî 28 kêm bûye.