Muçeya xebatkaran di sala 2015'an de tenê ji sedî 1,7 pûanî zêde bû

Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), muçeya xebatkaran tenê ji sedî 1,7 pûanî zêde bû. Newekheviya navbera muçeya xebatkaran jî her zêde bû.

Di daneyên sala 2015'an de, ku ji aliyê ILO ve hatin eşkerekirin, eger Çîn a ji 1,4 mîlyar nifûsa xwe tevlî neyê kirin, muçeya xebatkaran a li gelemperiya cîhanê tenê ji sedî 0,9 pûanî zêde bûye.

Li gorî daneyan, nîveka zêdebûna muçeyan di sala 2012'an de ji sedî 2,5 bû. Hat ragihandin, li welatên bi pêş dikevin, muçeya xebatkaran di sala 2015'an de ji sedî 2,5 zêde bûye. Lê li van welatan muçe di sala 2012'an de ji sedî 6,6 zêde bû bû.

Li gorî daneyên ILO zêdebûça muçeyan li welatên pêşketî zêde dibe. Hat destnîşankirin ku zêdebûna muçeyan li welatên pêşketî di sala 2012'an de ji sedî 0,2 bû, di sala 2015'an de bû ji sedî 1,7.

Li Yekîtiya Ewropayê ya ji 28 endaman, hat tespîtkirin ku par ji sedî 1,9 muçe zêde bûye.