YE ji bo 'pêşîgirtina li koçberiyê' wê alîkariya malî bide Afrîkayê

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ji bo 'pêşîgirtina li koçberiyê', ew fonekî ji sedan mîlyon Euroyî ji Afrîkayê re veqetîne.

Li gorî agahiyên ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hatin dayîn, wê ji welatên Afrîkayê yên li bakurrojavayê Gola Çadê û welatên li herêma Sahalê ne, 381 mîlyon Euro alîkariya malî were veqetandin. Alîkariya malî wê di bin navê 'başkirina mercên jiyanê yê penaberên li van welatan' bê dayîn.

Di vê çarçoveyê de wê li Malî, sîstemeke nasnameya biyometrîk a mirovan bê qeydkirin were avakirin. Her wiha wê projeyên ji bo 'afirandina derfetên kar' li welatên li dora Gola Çadê tê destnîşankirin.

Wê li Nîjerya û welatên din ên cîran jî, 'desteka psîkolojîk' ji mirovên bûne hedefa îşkenceya çeteyên Boko Haram, bê dayîn.

Yekîtiya Ewropa bi rêya vê alîkariya malî dixwaze, hejmara penaberên berê xwe didin Ewropayê kêm bike.