Gûterres: Divê NY xwe nû bike

Antonîo Gûterre ku wê di 1'ê Çileyê de bibe Sekreterê Giştî yê NY û duh sond xwar, da xuyakirin ku ji bo destwerdana li hemû pirsgirêkên cîhanê divê NY xwe biguherîne û nû bike.

Antoîo Gûterres li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di merasîma sondxwarinê de axivî û destnîşan kir, pêwîstî bi parastina şatiyê, alîkariya pêşvebirinê û guhertina rêvebirinê heye. Gûterres got, "Lazim e NY xwe ji bo guhertinê amade bike" û ji bo destwerdana li şerê li gelemperiya cîhanê, pêwîstî bi 'dîplomasiyê pêşîgir' heye.

Antonîo Gûterres bal kişand ser rewşa neserketî ya mîsyonên aştiyê yên NY li gelek welatan û got, "Leşkerên Hêza Aştiyê bi giranî hewl didin aştiyeke tineye, bi cih bikin". Gûterres bang kir, ku di operasyon û stratejiya NY de reformeke global bê kirin.

Gûterres her wiha işaret bi başkirina koordînasyona navbera saziyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî kir û anî ziman, bi saya vê yekê dikarin di têkoşîna li dijî terorîzmê de bêhtir serketî bin. Gûterres got, Neteweyên Yekbûyî li şûna burokrasiyê divê 'bi kesayetan piştrast' be.

Antonîo Gûterres da zanîn, carna ji bo Neteweyên Yekbûyî kesekî bişîne herêmeke krîzê, 9 meh wext derbas dibe û got, ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Li gorî Gûterres divê Neteweyên Yekbûyî hê çalak be. Gûterres her wiha ji bo çalakkirina xebatên Neteweyên Yekbûyî bang kir, ku hê bêhtir jin û ciwan di nava saziyên NY de cih bigirin.

Antonîo Gûterres wê di 1'ê Çileyê de bi rengekî fermî erkê ji Ban Kî-moon dewr bigire. Gûterres di navbera salên 1992-2002'an de Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Portekîzê bû. Di navbera salên 1999-2005'an de SeroKê Enternasyonal a Sosyalîst, di navbera salên 1995-2002'an de jî Serokwezîrê Portekîzê bû. Gûterres di navbera salên 2005-2015'an de jî bi erka Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî radibû.