Rûsya: Tahliyeyên ji Helebê temam bûn

Navenda Çavdêriyê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê, da xuyakirin ku tevahî jin û zarokên li rojhilatê Helebê hatine tahliyekirin.

Navenda Çavdêriyê ya Rûsyayê daxuyanî da, got, “Li gor axaftinên kesên ku di koma dawî de hatine tehliyekirin, her kesên ku dixwestin ji taxên li rojhilatê Helebê veqetin, ev kirine.”

Li gor heman daxuyaniyê, hejmara kesên ku Heleb terikandine, zêdetirî 9 hezar û 500 kesî ne ku ji vê 337 birîndar in û zêdetirî 4 hezar û 500 jî endamên koma çekdar in.

Her wiha, hat ragihandin ku hin komên çekdar ên ku gule li hêzên rejîmê reşandine jî hebûna xwe ya li hin herêmên bajêr diparêzin.

Rayedarên Navenda Çavdêriyê destnîşan kirin ku rejîm êrîşên xwe yên li dijî taxên komên çekdar didomîne.