Serokê Eurogroup Jeroen Dîjselbloem da xuyakirin, ku biryara hefteya bihurî ya ji bo sivikkirina deynê Yewnanîstanê hatiye sekinandin. Dîjselbloem îdîa kir ku 'hikûmeta Yewnanîstanê li ser heman xeta peymanan nîne', lewma wan ev biryar girtine.
Lê belê tê gotin, di sekinandina biryara li civîna Eurogroup a 5'ê Kanûnê de, bandor Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schauble gelek e. Li gorî agahiyan, piştî ku Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras soz da, ew ê mûçeyekî zêde bide teqawîtên mûçeyê wan kêm e, Schauble biryara sivikkirina deynê Yewnanîstanê veto kir.
Tê gotin, Schauble û wezîrên hin welatên din, biryara Çîpras a ji bo taloqkirina zêdebûna baca nirxê zêde ya li Giravên Egeyê ku 16 hezar penaber lê ne, ji xwe re kirine bahane.
Di encama lihevkirina 6'ê Kanûnê de Eurogroupe biryar da bû ku profîla dayîna deynê 300 mîlyar Euroyî yê Yewnanîstanê, bê sivikkirin.