Di nava futbola Îngilîz de skandala pedofîlî: 55 kulûp gumanbar in

Futbola Îngilîz bi skandala pedofîlî diheje. Polîs 55 kulûbên profesyonel û amator dişopînin.

Li gorî rojnameya The Observer, Konseya Neteweyî ya Şefên Polîsan ku organa koordînasyona hêzên polîsan ên herêmî yên li gelemperiya welêt e, di çarçoveya lêpirsîna pedofîlî de îfadeyên 55 kulûban girtiye.

Li gorî heman nûçeyê yek ji sê parên polîsên xwecihî yên Qraliyeta Yekbûyî vê lêpirsînê dimeşînin.

Federasyona Futbolê ya Îngilîz (FA) û hin kulûbên mezin jî di nava skandala pedofîlî de hene. Midûrê xeta telefonê ya desteka ji bo mexdûran da xuyakirin, ku di nava hefteyekê de 860 caran telefon ji wan re hatiye vekirin. Ev xeta telefonê ji aliyê rêxistina bingehîn a parastina mafê zarokan NSPCC ve hatibû vekirin. Midûrê xeta telefonê diyar kir, lîstikvanên ciwan ên futbolê di rewşeke xetere de ye. Serokê NSPCC John Cameron got, "Di destê me de hin agahî û îdîa hene, ku nîşan didin, dibe ku zarok di rewşeke xetere de bin."

Federasyonê jî da xuyakirin, ku wan lêpirsîneke serbixwe dane destpêkirin. Hin kulûbên Îngilîz tên sûcdarkirin, ku bûyerên pedofîlî bi dehan salan veşartine. Li gorî bîlançoya ji aliyê polîsan ve hate eşkerekirin, hejmara mexdûran gihîştiye 350'î.