IMF'ê qetê duyemîn ê krediya ji bo Iraqê serbest berda

Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) qetê duyemîn ê krediya daye Iraqê serbest berda.

Alîkarê Serokê ÎMF'ê Mîtsûhîro Fûrûsawa da xuyakirin, ku qetê duyemîn ê krediya 5,3 mîlyar dolarî ya ji bo Iraqê, ku ji 618 mîlyonî pêk tê, serbest hatiye berdan. Fûrûsawa diyar kir, li vî welatê ku şerê çeteyên DAIŞ'ê dike û krîza mirovahiyê lê didome, polîtîkayên aboriyê 'li gorî bendewariyan' e.

Hikûmeta Iraqê, di berdêla krediya IMF de lêçûnên xwe yên ewlekariya civakî kêm nekiribû, lê razemeniya 'ne hilberîner' kêm kiribû.

Tê plankirin, krediya ku ÎMF'ê biryar daye bide Iraqê, di nava 3 salan de bi temamî serbest bê berdan.