CDÛ: Divê li dijî şantajan Yekîtiya Gumrikê were rawestandin

Rêveberê partiya desthilatdar a Almanyayê Volker Bouffîer, ji bo destekê nedin polîtîkayên qirkirina AKP’ê û li dijî şantajên li hember Ewropayê daxwaz kir ku betalkirina peymana Yekîtiya Gumrikê bixin rojevê.

Serokwezîrê Eyaleta Hessen û Alîkarê Serokê Partiya Yekîtiya Xirîstiyan a Demokratîk(CDÛ) Volker Boûffîer êku ji Kovara Focusê re axivîn û banga xurtkirina polîtîkayên li dijî Tirkiyeyê kir.

Boûffîer hişyarî da û got: “Divê di vê gotûbêjiyê de em xwe neynin rewşeke pêkenînê.” Binî xet kir ku divê Elmanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) nêzîkatiyên hê xurtir li dijî Tirkiyeyê bide nîşandan."

Volker Boûffîer bal kişand ser polîtîkayên şantajê yê Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan ên li dijî Ewropayê û got eger ku Erdogan peymana koçberan xira bike, pêşnûmeya rawestandina Yekîtiya Gumrikê xiste rojevê. Boûffîer wiha anî ziman: “Tirkiye di pêk anîna Yekîtiya Gumrikê ya YE’ê de qezencên mezin bi dest dixe.” Boûffîer bi taybet binî xet kir ku Elmanya li Tirkiyeyê gelek karên mezin dike, eger ku têkiliyê Tirkiyeyê yên aboriyê bi Elmanya û YE’ê bên qûtkirin, dewleta Tirk wê standartên xwe yên aboriyê wenda bike.

Volker Boûffîer Tirkiye şiyar kir û got divê dewleta Tirk peymanên xwe yên bi YE’yê bîne cih û wiha pê de çû: “Berovajî vê wê dewleta Tirk ziyanên mezin bibîne. Yên ku peymanan xira bikin, divê hesabê wê jî kiriba ku wê pêkanînên vê jî hebin."