Sîrte bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin

Bajarê Sîrte yê girêdayî Lîbyayê yê ku nêzî 2 sal bûn, di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, bi temamî ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Li Trablûsê li gorî daxuyaniya komên ku mutefîkên Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya nû hate avakirin, bajarê ku ji aliyê 200 çeteyan ve hatibû dorpêçkirin, taxa dawî jî rizger kirine. Bi vê yekê serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya ku li ser herêmekî qasî 300 km ya peravên Derya Spî hema hema nemaye.

Di meha Gulanê de operasyona rigarkirina bajarê Sîrte ya ku di sala 2015’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, bi serkeftî bi encam bibû û ji meha Tebaxê ve tenê li taxekê şer dewam dikir.