IUCN: Xeterî li ser cureyên Semasî û Pisîkmasî yên li Derya Spî heye

Di rapora dawî ya IUCN de hişyarî hat dayîn, ku xeterî li ser zêdeyî nîvê cureyên Semasî (Selachii) û Pisîkmasî (Siluriformes) yên li Derya Spî heye.

Li gorî rapora Yekîtiya Parastina Çavkaniyên Xwezayî ya Navneteweyî (IUCN), xeterî li ser 72 cureyên Semasî û 39 cureyên Pisîkmasî (Siluriformes) ên li Derya Spî heye.

Li gorî raporê, 8 ji cureyên Pisîkmasiyan li ber tinebûnê ne. 12 ji cureyên Semasiyan jî di asta 'krîtîk' de ne.

Di raporê de hat ragihandin, ji sala 2007'an dema weşandina rapora dawî û vir ve, şert û mercên jiyanê yên 11 cureyan nebaş bûye û hat gotin, 'cihê kêfxweşiyê' ye ku heta niha ti ji van cureyan tine nebûne.

Di rapora IUCN de hat destnîşankirin, bi taybetî li Derya Adriyatîk a li peravên Fransa, Îtalya û Spanyayê, xeterî li ser cureyên Semasî û Pisîkmasiyan heye. Di raporê de bal tê kişandin ser kêmbûna cureyên van masiyan û tê gotin, nêçira li herêma bakurrojavayê Derya Spî, bandorê li vê rewşê dike.