Îtalya ji bo referandûma destûra bingehîn diçe dengdanê

Li Îtalyayê îro gel ji bo referandûma destûra bingehîn a ku wê siberoja Serokwezîr Matteo Renzî û welêt a di nav Yekîtiya Ewropa de diyar bike, diçe ser sindoqan.

Reforma destûra bingehîn a ku di qanûna hilbijartinê de sazûmaniyên mîna reformê pêş dibîne û rayeya Senatoyê ya qanûnsaziyê kêm dike, hejmara senatoran ji 315’an dike 100 û îsal li parlamentoyê hatiye erêkirin, dikeve dengdana gel.

Referandûm ku partiya Tevgera 5 Stêrk (M5S) û Lîga Bakur ku dijî Yekîtiya Ewropayê ye, ji bo dengê ‘na’ bê bikaranîn kampanyayê dimeşînin, ji bo Serokwezîr Matteo Renzî jî girîng e. Eger di referandûmê de dengên ‘na’ zêde derkevin, tê payîn ku Renzî îstîfa bike.

Li gor qanûnên Îtalyan, heta 15 roj beriya referandûmê jî anket dikarin bên kirin. Li gor anketên dawiyê, hevsengiya dengê ‘erê’ û ‘na’ heye, ji 5’an yek kes jî bêbiryar e.

Her wiha, eger referandûm bê redkirin, tê payîn krîza welêt a bi taybet di sektora bankayê de kûr bibe û endamtiya YE bê pirsîn.