Di çalakiya Fête de L'Humanîte de AKP hate şermezarkirin
Di çalakiya Fête de L'Humanîte de, ku li herêma Bretagne ya Fransayê hate lidarxistin, terora dewletê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.
Di çalakiya Fête de L'Humanîte de, ku li herêma Bretagne ya Fransayê hate lidarxistin, terora dewletê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.
Fête de L'Humanîte, ku her sal bi rengekî kevneşop ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ve tê lidarxistin, li qada girtî ya Lanesterê ya li bajarê Lorîent ê ser bi herêma Bretagne, roja Şemiyê dest pê kir.
Fête de L'Humanîte du rojan dewam kir û gelek sendîka û komeleyên li herêma Bretagneyê stantê xwe lê vekirin.
Kurdistaniyên li Lorîentê dijîn jî stanta xwe vekirin û ji bo balê bikişînin ser faşîzma AKP'ê ya li Kurdistanê afîş daliqandin û belavokên bi zimanê Fransî belav kirin.
Nivîskar Jean Françoîs Poûlaîn, Coûamme Claûde, Gêrard Gatîneaû û gelek nivîskarên din li vê derê pirtûkên xwe îmze kirin. Her wiha wêneyên nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay vekirin û piştgirî dan wan û rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne.
Komeleya France-Kurdistan, ji bo balê bikişîne ser faşîzma AKP-Erdogan a li Tirkiyeyê kampanya "Stop Erdogan" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi sedan kesî tevî dowîza bi nivîsa "Stop Erdogan" wêne kişandin.
Duh êvarê jî mîtîngek hate lidarxistin. Ji Partiya Komunîst a Fransayê Olîver Darhgolles, Xavîer Compaîn, Mîchel Le Scoûarnec (PCD Morbîhan Senateûr) û gelek kes di mîtîngê de axivîn. Qisekeran dan xuyakirin, gelê Kurd hem li dijî çeteyên DAIŞ'ê, hem jî li dijî faşîzma AKP'ê bi rûmetdarî li ber xwe didin û wê her tim piştgiriyê bidin gelê Kurd. Qisekeran her wiha hikûmeta Fransayê û hemû welatên Yekîtiya Ewropayê rexne kirin, ku bi têrkerî li ber faşîzma AKP'ê ranabin.
Piştre komên muzîkê derketin ser dikê û çalakiya Fête de L'Humanîte bi stranên van koman qediya.