Angela Merkel dîsa bû Seroka CDÛ’yê

Angela Merkel ku 11 sal in Serokwezîr a Elmanyayê ye, piştî 17 salên serokatiya CDU, ji bo du salên din ên serokatiya partiyê hate hilbijartin.

Kongreya Federal a Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) li bajarê Essenê pêk hat. Li vê kongreyê, di dengdanê de Merkel piştgiriya ji sedî 89,5 ê delgeyan girt.

Bi vî awayî, beriya hilbijartinên giştî yên federal, ku wê di sala pêş de bê lidarxistin, Merkel careke din desteka delegeyan girt.

Lê, Merkel a ku 17 sal in Serokatiya partiya xwe dike, piştî rêjeya dengdana sala 2004 a ku ji sedî 88,4’ê dengan bi dest xistibû, ya herî kêm îsal girt. Merkel heta roja îro rêjeya dengan a herî bilind bi 97,9 dengan di sala 2012’an de bi dest xistibû.

Merkel a ku sala 2000’an de ji bo Serokwezîrtiya partiya CDÛ’yê hate hilbijartin, ji sala 2005’an û vir ve di hikûmeta Koalîsyona cuda bê navber serokwezîrtiyê dike.