Siûdiyan her carê bi 'şaşitî' li Yemenê sivîl kuştine
Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ku tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bûye û di bomberdûmanan de heta niha bi sedan sivîl kuştiye, ji bo komkujiyeke din jî got 'bi şaşitî' hatiye kirin.
Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ku tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bûye û di bomberdûmanan de heta niha bi sedan sivîl kuştiye, ji bo komkujiyeke din jî got 'bi şaşitî' hatiye kirin.
Koalîsyonê, ku di meha Tebaxê de bombe li nexweşxaneyek Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) barand û 19 sivîl kuşt, ev êrîş li xwe negirt.
Komîsyona lêkolînê ya ji aliyê Koalîsyona Ereb ve hate wezîfedarkirin, daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku êrîşa 15'ê Tebaxê bi 'şaşitî' hatiye kirin û di vê êrîşê de tenê 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Komîsyonê Mansûr el Mansûr da xuyakirin, ku bombe li wesayîteke milîsên Hûsî Şîa hatine barandin û 'bi şaşitî' bombe li nexweşxaneyeke nêzî vê wesayîtê ketine.
Lê belê MSF'ê beriya niha dabû xuyakirin, ku nexweşxaneya hatiye bombekirin ji pano û logoyên xwe bi hêsanî dihat naskirin.
Komîsyona Koalîsyona Ereb her wiha îdîa kir, ku 4 êrîşên din ên di mehên Tîrmeh û Tebaxê de hatin kirin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi 'şaşitî' hatine kirin.
Di şerê navxweyî yê Yemenê de, ku Siûdî û welatên din ên Kendavê jî li dijî Hûsiyan şer dikin, ji Adara 2015'an û vir ve bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan ji van sivîlan ji aliyê balafirên şer ên koalîsyonê ve hatine kuştin.
Herî dawî, balafirên şer ên Siûdî êrîşî merasîmeke cenaze yê Şîan kiribûn û di vê êrîşa roja 8'ê Cotmehê ya paytext Sana de 140 sivîl hatibûn kuştin. Siûdiyan îdîa kiribûn ku ev komkujî jî bi 'şaşitî' hatiye kirin.