Li Awûstûryayê namzetê serbixwe serokkomarî qezeç kir

Li Awûstûryayê namzetê serbixwe Alexander Van der Bellen hilbijartina Serokkomariyê qezeç kir.

Di hilbijartina îro de namzetên nijatperestên rastgir Norbert Hofer, piştî encamên yekem hatin û şûn de binketina xwe qebûl kir û Van der Vellen pîroz kir.

Van der Bellen li gorî encamên yekem ji sedî 53.6 deng bi dest xistiye û hofer jî ji sedî 46.4’ê dengan bi dest xistiye.

Meqamê Serokkomariyê li Awûstûryayê xwedî girîngiyekî sembolîke. Lê berovajî qezeç kirina nîjatperestên rastgir, li welat ji bo hilbijartina parlementoyê ya bê, wê pileyên baş bi xwe re ligel xwe banîban.

Têpayîn ku endamên fermî wê di saetên bê de bên eşkerekirin.