Awûstûrya ji bo hilbijartinên serokkomartiyê diçe ser sindoqan
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomartiyê ku li Awûstûryayê meha Gulanê hatibû lidarxistin, lê dûvre hatibû betalkirin, hilbijêr diçin ser sindoqan.
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomartiyê ku li Awûstûryayê meha Gulanê hatibû lidarxistin, lê dûvre hatibû betalkirin, hilbijêr diçin ser sindoqan.
Ji bo hilbijartinan ku cara yekem îhtîmalek mezin heye ku namzetekî nîjadperest li nav welatên Yekîtiya Ewropayê bê pozîsyonek wisa mezin, wê 6,4 mîlyon hilbijêr dengan bide.
Hilbijartinên tûra duyem ên 22’yê Gulanê pêk hatin, dûvre ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber hin bêusûltiyan hatibû betalkirin.
Hê namzetê nîjadperest Norbert Hofer gelekî bi şans tê nîşandan. Li dijî vê îhtîmala serkeftinê, Serokkomarê berê Heînz Fîscher û ji namezetan Irmgard Grîss jî dan xuyakirin ku wê destekê bidin endamê Keskan Alexander van der Bellen. Di hilbijartinên hatin betalkirin de Belle nêzî 2 mîlyon û 255 hezar deng girtibûn, Hofer jî di 2 mîlyon û 224 hezar dengî de mabû.