Karê Merkel di hilbijartinê de zehmet e
Angela Merkel ku ev 11 sal in li Elmanyayê serokwezîr e, duh careke din ji bo serokatiya CDU hat hilbijartin. Li gorî anketên dawî, rêjeya dengên partiya wê hê jî li dora ji sedî 30 e.
Angela Merkel ku ev 11 sal in li Elmanyayê serokwezîr e, duh careke din ji bo serokatiya CDU hat hilbijartin. Li gorî anketên dawî, rêjeya dengên partiya wê hê jî li dora ji sedî 30 e.
Di dengdana duh de Merkel bi rêjeya ji sedî 89'an ê dengê delegeyan careke din ji bo serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) hate hilbijartin. Merkel ev 16 sal in seroka giştî ya CDU ye.
Lê belê 'tirs û fikara' CDU ji bo hilbijartina giştî ya federal ku wê di Îlona 2017'an de pêk were, dewam dike.
Li gorî anketên ku ji meha Mijdarê û vir ve tên kirin, rêjeya dengên CDU û partiya pê re tevdigere CSU, bi 5 heta 10 pûanan daketiye binê rêjeya ji sedî 41,5'an ku di sala 2013'an de bi dest xistibûn. Hefteya bihurî anketên Emnîd, Forsa û Forschengrûppe hatibûn weşandin. Di van anketan re rêjeya dengên CDU-CSU li dora ji sedî 36 û 37'an e. Li gorî anketa INSA jî, ku duh hate weşandin, rêjeya dengê van partiyan ji sedî 32 ye.
SOSYAL DEMOKRAT KÊM DIKE
Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî, ku di hilbijartinên 2005 û 2014'an de tevî serdestiya partiyên çep li Meclîsa Federal jî rabû bi CDU re koalîsyon çêkir, dengê wê kêm dibe. SPD'ê di hilbijartina 2013'an de ji sedî 26 ê dengan girtibû, lê li gorî anketên dawî rêjeya dengên wê li dora ji sedî 21-23'an e.
Dengê Partiya Çep (Dîe Lînke) a li mûxalefetê bi 1-3 pûan zêde dibe û digihêje ji sedî 9-11,5'an. Tê texmînkirin ku rêya dengê Keskan jî li gorî sala 2013'an kêm bibe.
Partiya Demokratên Azad (FDP) ku di hilbijartina 2013'an de cara yekemîn li derveyî meclîsê ma, li gorî anketên dawî rêjeya xwe ya dengan ji sedî 5-7 e.
Ji ber kêmkirina CDU-CSU, Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ji ber koça penaberan dengê xw ezêde dike. Dengên AfD hê jî li dora ji sedî 10 heta ji sedî 14'an e. Li gorî encamên van anketan, pêkane ku CDU-CSU û SPD careke din hikûmeta koalîsyonê ava bikin.
Tê payîn, CDU di kongreya xwe ya îro de têkildarî qanûna penaberan hin tedbîrên tund bigire Û bi vî rengî beşek ji hilbijêrên berê xwe dane AfD ji nû ve li xwe vegerîne.