Mûxalefeta rastgir a li Venezûelayê hewldanên diyalogê pûç dike

Li Venezûelayê, ku bandora krîza aboriyê lê giran dibe, mûxalefeta rastgir hewldanên diyalogê yê bi desthilatdariya sosyalîst re, pûç dike.

Li Venezûelayê, ku ji ber kêmbûna buhayê petrolê krîza aboriyê lê heye, tê payîn enflasyona îsal bigihêje ji sedî 500'î. Li Parlamentê jî, aloziya siyasî ya bi mûxalefeta rastgir, naqde.

Hevdîtinên bi rêya Vatîkan û Yekîtiya Amerîka ya Başûr (Unasur) ve tên meşandin, ji ber lihevnekirina nava koalîsyona partiyên mûxalîf ên rastgir (MUD) bê encam man.

MUD desthilatdariya sosyalîst a 17 sal in welêt bi rê ve dibe, weke berpirsyarê krîzê dibîne. MUD'ê di danûstandinan de weke şert xwest hin 'mûxalîfên' li girtîgehan bên berdan. Serokdewlet Nîcolas Madûro vî şertî qebûl nake. Madûro îdîa dike ku mijara li ser girtîgehan cihê xwe di danûstandinan de nîne.

Di vê demê de ku muzakere xitimiye, roja Yekşemê hin girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Yên dest bi grevê kirine ji Madûro dixwazin hemû girtiyên siyasî serbest berde.

Nîcolas Madûro, piştî ku Hûgo Chavez jiyana xwe ji dest da, di sala 2013'an de ji bo serokdewletiyê hatibû hilbijartin.