Peymana Brexîtê wê heta Cotmeha 2018'an bê amadekirin

Piştî ku Brîtanyayê bi rêya referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) derkeve, ji bo zelalkirina bernameya muzakereyên derketinê, kar tê kirin.

Li gorî sermuzakerevanê Brexîtê yê Yekîtiya Ewropayê Mîchael Barnîer, peymana li ser muzakereyan wê di Cotmeha 2018'an de bê îmzekirin.

Tê payîn, Brîtanya ku bi rêjeya ji sedî 52'an biryara derketinê da, di meha Adarê ya sala pêş de serlêdana fermî bike. Çav li rê ye, di meha Çileyê de biryara Dadgeha Bilind a Brîtanyayê ya li ser Brexîtê were eşkerekirin. Eger dadgeh bixwaze, wê biryar li Parlamentê pêşkêşî dengdanê were kirin.

Sermuzakerevanê Yekîtiya Ewropayê Mîchael Barnîer li ser mijarê duh daxuyaniyek da û anî ziman, ji bo qedandina muzakereyên Brexîtê 18 mehên wan hene. Barnîer got, muzakereyên ku tê payîn di meha Adarê de dest pê bikin, wê di Cotmeha 2018'an de biqedin.