Li peravên Lîbyayê zêdeyî 730 koçber hatin rizgarkirin, 2 jê ji sermayê mirin
Li peravên Lîbyayê di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 730 penaber hatin rizgarkirin. Du ji koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.
Li peravên Lîbyayê di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 730 penaber hatin rizgarkirin. Du ji koçberan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.
Li peravên Lîbyayê, piştî ku 5 botên mezin ên lastîk û 5 keştiyên biçûk hatin tespîtkirin, operasyona rizgarkirinê dest pê kir. Yekîneyên ewlekariya peravî ya Îtalyayê û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî operasyonê bûn.
Ekîbên keştiye ji rêxistina Doktorên Sînonenas û S.O.S Derya Spî jî, hemû koçberên ketibûn nava avê rizgar kirin. Lê belê li keştiyeke din a av ketibû navê, cenazeyê du jinên koçber hatin dîtin. Di daxuyaniya Doktorên Sînornenas de, ku bi rêya Twîtterê hate weşandin, hat gotin, "Tevî hemû hewldanên ekîbên me jî, du jin ji ber sermayê mirin. Dilê me careke din şewitî."
Rayedaran di dawiya hefteyê de daxuyaniyek weşandibûn û gotin, di nava vê salê de zêdeyî 173 hezar koçberan xwe gihandine peravên Îtalyayê. Ev hejmar, li gorî heman serdema sala 2015'an, ji sedî 12 zêde ye.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji koçberên hewl dan îsal ji Derya Spî derbas bibin, herî kêm 4.700 mirin e yan jî winda bûne.