Castro li Montrealê hate bibîranîn
Li Montrealê lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro bi bernameyekê hate bibîranîn
Li Montrealê lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro bi bernameyekê hate bibîranîn
Li Montreal a Kanadayê ji bo lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro şeveke bîranînê hate lidarxistin. Meclîsa Jin a Kurd a Montreal jî tevlî bernameyê bû ku ji hêla Komeleya Çandê ya Haîtî ve hatibû organîzekirin.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Kurd a Montrealê hate gotin, mirina Castro ne tenê gelê Kubayê, lê hemû gelên ku li dijî emperyalîzmê têdikoşin xemgîn kiriye. Bi berdewamî wiha hate gotin, ‘’Em Kurd weke civakeke ku qirkirin bi ser de tê kirin, me ev qebûl nekir û em ê qebûl jî nekin. Li ber ronkahiya îdeolojiya Rêberê me Abdullah Ocalan, li ser nirxên şoreşger ku hevrêyên me Che û Castro ji me re hiştine têkoşîna me ya dijî emperyalîzmê wê berdewam bike. Em weke jinên Kurd em ê tim li pêş bin.’’

