Nelirêtiya li Brezîlyayê: Wezîfeya Serokê Senatoyê hate rawestandin

Îdîayên li ser nelirêtiya li Brezîlyayê, ku Dîlma Roûsseff ji serokdewletiyê kir, vê carê jî wezîfeya Serokê Senatoyê Renan Calheîros sekinand.

Dadgerên Dadgeha Bilind a Brezîlyayê, piştî nirxandina îdîayên li ser nelirêtiyê, wezîfeya Serokê enatoyê Calheîros ê ji rastgiriya navendî PMDB sekinand. Dadgeran dan xuyakirin, ku ji ber sûcdariyên, sextekarî di fonên cemaweriyê de kiriye, biryareke bi vî rengî têkildarî Calheîros dane.

Eger ev biryara Dadgeha Bilind ji aliyê dadgerên Dadgeha Bilind a Federal (STEF) ve bê erêkirin, wê wezîfeya Calheîros bi rengekî fermî biqede.

Li Brezîlyayê, ji ber îdîayên li ser nelirêtî û bertîlê, Serokdewlet Dîlma Roûsseff a ji Partiya Karker (PT) di meha Tebaxê de ji wezîfeya xwe bû bû. Lê tê zanîn, ev îdîayên li ser nelirêtiyê ne tenê li dijî PT tê kirin, her wiha gelek siyasetmedarên ji partiyên navendî û mûxafazakar jî eleqedar dikin.