Parlamenta Îsraîlê koloniyên xwe yên nû erê kir
Parlamenta Îsraîlê wê destekê bide pêşnûmeya ku rê li ber çêkirina 4 hezar lojmanên nû li herêmên dagirkirî yên Şerîa Rojava vedike. Mûxalefet nerazîbûnê nîşanî pêşnûmeyê dide.
Parlamenta Îsraîlê wê destekê bide pêşnûmeya ku rê li ber çêkirina 4 hezar lojmanên nû li herêmên dagirkirî yên Şerîa Rojava vedike. Mûxalefet nerazîbûnê nîşanî pêşnûmeyê dide.
Li Parlamenta Îsraîlê, di dengdana destpêkê de, 60 parlamenteran piştgirî dan êkirina avahiyên nû li xaka dagirkirî. 49 parlamenter jî li ber vê pêşnûmeyê rabûn.
Lîkûd a bi serkêşiya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû û Mala Yahûdiyan (Habayît Hayehûdî), ku partiya neteweperest a tund e, destekê didin vê projeyê. Partiya Karker a bi serokatiya Îzak Herzog jî li dijî vê projeyê derdikeve.
Pêşnûme wê hê di du rûniştinên din ên parlamentê de bê nirxandin. Bi vê projeyê re wê 3 hezar xanî û avahiyên nû werin çêkirin. Ev avahî wê li herêmeke ji 800 hektarî ya li 55 koloniyên îllegal ên beriya niha hatibûn avakirin, bên çêkirin.
Partiya Karker dibêje, ji ber koloniyên nû werin avakirin wê parçebûna li nava Îsraîlê zêde bibe. Gelek rêxistinên mafên mirovan jî dibêjin, ev yek wê pêşî li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Fîlîstînê bigire.
Civaka navneteweyî jî li ber vê projeyê radibe. Tê payîn, proje piştî du rûniştinên li parlamentê bibe qanûn.