Kêm ma ye mezintirîn çiyayê ji qeşayê yê li Antarktîkayê biherife

Mezintirîn çiyayê ji qeşayê yê li Antarktîkayê Larsen C, ji salal 1990'an û vir ve dihele. Li gorî agahiyan, kêm ma ye parçeyê herî mezin ê vî çiyayî biherife.

Li gorî wêneyên dawî yên ji aliyê Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Amerîka (NASA) ve hatin weşandin, parçeyê li ber herifînê ye, parçeyê herî mezin ê 16 salên dawî ye ku wê ji Larsen C hilweşe.

Ev çiyayê ji qeşayê bi 110 kîlometreyan dirêj û 530 metreyan jî kûr e. Qulek bi 90 metreyî fireh, li vî çiyayî vebû.

Eger ev çiya biherife, wê bibe mezintirîn çiyayê di nava 2000 salî de li Antarktîkayê herifiye.

Ev çiyayê ji qeşayê di sedsala 19'an de ji aliyê kaşîfê deryayî Carl Anton Larsen ve hatibû dîtin, lewma navê wî lê hatibû kirin. Çiya berê bi beşên A, B û C hatibû dabeşkirin. Beşên A û B heta sala 2002'an heliyan.