COP22 banga xwedîderketina li Peymana Avhewayê kir

Dewletên tevlî Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP22) bûne, ji bo bicihanîna peymana par hatibû amadekirin, bang kirin.

Li ser navê 200 dewletên beşdarî COP22 a li bajarê Marakeş ê Fasê bûne, deklarasyoneke hevpar weşandin. Di deklarasyonê de banga xwedîderketina li Peymana Avhewayê ya di 22'ê Nîsanê de hat îmzekirin, hat kirin.

Di deklarasyona bi sernavê "Beyannameya Marakeş" de bal tê kişandin ser girîngiya peymana par di konferansa COP21 de li Parîsê hate îmzekirin û hat destnîşankirin, ku têkoşîna li dijî guhetina avhewayê wê weke 'karê destpêkê' bê dîtin.

Di deklarasyonê de germa ku di asta alarmê de sînyalê dide hat bibîrxistin û hat gotin, divê derhal bersiv ji vê rewşê re were dayîn.

Di deklarasyonê de ji ber hilbijartina Donald Trûmp, fikarên li ser bicihnanîna peymanê hat ragihandin.