Cîhan di sala 2016'an de bi 1,2 dereceyî sincirî

Li gorî daneyên ku bi wesîleya Konferansa Avhewayê COP22 a li bajarê Marakeş ê Farsê hatin weşandin, pileya germahiyê ya sala 2016'an li gorî serdema beriya şoreşa pîşesaziyê di asta herî bilind de ye.

Li gorî daneyên ji aliyê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ve hatin weşandin, germahiya sala 2016'an li gorî serdema beriya sedsala 19'an, bi 1,2 pileyan bêhtir e.

Di daneyan de hat ragihandin, germahiya sala 2016'an ji ya sala 2015'an zêdetir e û hat destnîşankirin, ku sala 1998'an de ne di navê de, ev 17 sal in her sal germahiya global di asta rekorê de ye.

Li gorî daneyê heta dawiya vê salê, wê îsal bibe sala herî germ ji sala 1881'an dema destpêkirina pîvandina germahiyê û vir ve.