Li eyaleta Berlînê ku meha bihurî hilbijartin lê hat kirin, li hev hat kirin ku bi pêşengiya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) hikûmeta koalîsyona çep ava bibe. Ji bo serokwezaretiya eyaletê, SPD wê Mîchael Muller namzet nîşa bide. Di hikûmeta nû ya koalîsyonê de Partiya Çep (Dîe Lînke) û Partiya Kesk (Grunen) cih digirin.
Tevî ku partiyan di hevdîtinên ser koalîsyonê de li hev kirine jî, lazim e delegeyên kongreyên eyaletan ên hemû partiyan vê yekê erê bikin. Tê gotin, erêkirina vê koalîsyonê ji aliyê delegeyan ve, qonaxeke zehmet e.
Herî dawî piştî hilbijartinên sala 2014'an li eyaleta Thurîngenê bi pêşengiya Dîe Lînek koalîsyona çep a bi SPD û Partiya Kesk re hatibû avakirin. Ji bo serokwezaretiya eyaletê jî endamê Dîe Lînke Bodo Ramelow hatibû wezîfedarkirin.
Ji bo hilbijartinên giştî yên Îlona 2017'an jî, nîqaşên li ser avakirina hikûmeteke koalîsyona federal a navbera SPD-Dîe Lînke-Keskan, çend meh berê ketibûn rojevê. Di hilbijartinên 2005 û 2013'an de her sê partiyan ji bo avakirina koalîsyonê hejmareke têrker a parlamenteran bi dest xistibûn, lê belê SPD'ê tercîh kir ku bi CDU û CSU re hikûmeta koalîsyonê ava bike.