Ava vexwarinê êdî li Slovenyayê mafekî bingehîn e
Li Slovenyayê, ku yek ji biçûktirîn welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), biryar hat dayîn ava vexwarinê weke mafekî bingehîn ê 'ne tîcarî' di Destûra Bingehîn de cih bigire.
Li Slovenyayê, ku yek ji biçûktirîn welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), biryar hat dayîn ava vexwarinê weke mafekî bingehîn ê 'ne tîcarî' di Destûra Bingehîn de cih bigire.
Parlamenta Slovenyayê di nava welatên Ewropayê de mora xwe danî binê gaveke nû û bersiveke erênî da kampanya gelek saziyên civakî yên sivîl. Parlamentê mafê avê weke mafekî destûra bingehîn nas kir. Di vê çarçoveyê de xalek li Destûra Bingehîn hat zêdekirin û tê de hat gotin, "Mafê her kesî ye ava vexwarinê peyda bike" û av bi ti awayî ne "tiştekî tîcarî" ye.
Serokwezîrê hikûmeta koalîsyona navend-çep a li desthilatdariyê Mîro Cerar jî destekê dide vê qanûnê. Bi qanûnê re mafê ava vexwarinê ya hemû welatiyan ji aliyê dewletê ve tê ewlekirin û ferman ji rêveberiyên herêmî re tê dayîn ku li ser navê dewletê ava vexwarinê bide welatiyan. Li gorî qanûnê, ava vexwarinê wê bi ti awayî neyê firotin.
Cerar beriya dengdana li ser mijarê ya li Parlamentê axivî û av weke 'zêrê sedsala 21'an ê diherike' bi nav kir. Cerar destnîşan kir, ku divê av di asta herî bilind de ji aliyê hiqûqî ve bê parastin.
Li gorî rapora dawî ya saziya bi navê Rampedre ku ji bo ava vexwarinê weke mafekî bingehîn ê destûra bingehîn li gelemperiya cîhanê were naskirin têdikoşe, heta niha bi tenê li 15 welatan ev maf di destûra bingehîn de cih digire. Bi dengdana li Slovenyyê re li welatekî Ewropayê cara yekemîn e êdî av nayê firotin.