Malbatên mexdûr ên li Kolombiyayê ji bo peymana aştiyê bang kirin

Piştgiriya ji bo peymana aştiyê ya navbera dewleta Kolombiyayê û gerîlayên FARC'ê, zêde dibe.

Malbatên mexdûr ên ji şerê 52 salan zerar dîtin, civîneke çapemeniyê lidar xistin û xwestin, peymana di meha Cotmehê de hat redkirin, bi cih were anîn.

Nûnerê taybet ê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî yê li Kolombiyayê Todd Howland jî tevlî vê civîna çapemeniyê ya malbatan bû.

Civîna çapemeniyê li paytext Bogotayê hate lidarxistin. Nûnerê komeleya nûnertiya gelên xwecihî û reşik dike Yûlî Palacîos li vir axivî û destnîşan kir, ku peymana aştiyê 'peymana herî baş nebe jî' ji bo jiyaneke baştir 'alternatîfa herî baş e'.

Gelek nûnerên ji herêmên cuda yên welêt tevlî civînê bûn, bal kişandin ser girîngiya bicihanîna peymana aştiyê ya navbera hikûmetê û FARC'ê.

Peymana aştiyê di referandûma 2'ê Cotmehê de ku bi tevlîbûneke gelekî kêm hat lidarxistin, hatibû redkirin û li ser vê yekê aliyan dest bi nûkirina vê peymanê kiribûn. Rewşa nû ya peymanê jî roja Şemiyê ji raya giştî re hatibû eşkerekirin. Lê belê tê plankirin ku ev peyman vê carê pêşkêşî referandûmê neyê kirin û ji aliyê Kongreyê ve were erêkirin.

Ji sala 1964'an û vir ve di navbera FARC'ê û artêşa Kolombiyayê de şer diqewime. Di vî şerî de 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 45 hezar kes hatine windakirin. 7 mîlyon mirov ji ber şer ji cih û warên xwe bûne.