Bi taybet xwepêşandanên ku li eyaletên Rojavayê welat derketin dewam dikin. Hat ragihandin ku di xwepêşandan li Portland a girêdayî eyaleta Oregonê dema ku kesek ji wesayîtê der ket bi çekê gule li ser xwepêşanderan reşand. Hat diyarkirin ku kesên hate gulekirin yek ji xwepêşandarên ku li dijî Trûmp e.
Di xwepêşandana hefteya borî ya li Portlandê hate lidarxistin de, polîsan bi bomeyên gazê û guleyên pilastîk êrîş kirin, herî kêm 26 kes hatibûn binçavkirin.
Li Los Engeles a girêdayî eyaleta Kalîforniyayê jî di xwepêşandanên ku ji roja Çarşemê û vir ve dewam dikin de 185 kes hatin binçavkirin.