Li Elmanyayê cezayê girtîgehê li êrîşkarên nîjadperest hat birîn

Li Elmanyayê, cezayê girtîgehê li nîjadperestan hat birîn, ku di Tebaxa 2015'an de di xwepêşandanên nîjadperestî de şîdet li dijî penaberan bi kar anî bûn.

Di Tebaxa 2015'an de li bajarokê Heîdenaû yê eyaleta Sachsenê, li dijî koça penaberan xwepêşandanek hatibû lidarxistin û di vê xwepêşandanê de nîjadperestan hem êrîşî polîsan kiribûn, hem jî zerar dabûn wargeheke penaberan a nû dihat çêkirin. Li 3 kesên di van bûyerên nîjadperestiyê de şîdet bi kar anîn, cezayê girtîgehê hat birîn.

Doza li ser mijarê li Dadgeha Îdareyê ya Pîrna pêk hat. Li yek ji êrîşkarên nîjadperest 2 sal 2 meh û li yekî din jî salek û 8 meh cezayê girtina li girtîgehê hat birîn. Têkildarî nîjadperestekî din jî ku di dema bûyeran de 2 salî bû, biryar hat dayîn ku 3 salan di bin kontrolê de bimîne û 1800 cezayê pere bide saziyên xêrê yên cemaweriyê.

Ev bûyera nîjadperestî ya li dijî wargeha penaberan a nû li Heîdenaû dihat çêkirin, di medya navneteweyî de jî cihekî berfireh girtibû. Piştî bûyerê Serokwezîr Angela Merkel çûbû vî bajarokî, lê nîjadperestan heqaret li wê kiribûn.