CÎHAN
Hemû Nûçe
-
CDU têkildarî Rojava daxuyaniyeke sosret da
Partiya li Elmanyayê desthilatdar CDU, ku ji ber Peymana Penaberan a bi hikûmeta AKP'ê re kiriye dengê xwe li komkujiyên li Bakurê Kurdistanê dernexist, zêdegavî kir û komkujiyên li YPG û sivîlên li Efrînê tên kirin, parast. -
Trûmp sozên xwe yên di nava 100 rojî de pêk bîne, eşkere kir
Donald Trûmp ku şensê wî yê serketinê kêm bûye, sozên xwe yên di 100 rojên destpêkê de bi cih bîne, eşkere kir. -
‘Berdevkê’ çalakiyên polîsan endamê partiya nîjadperest e
Derket holê ku kesê li pişt pêşandanên polîsan ên li Fransayê di rastî de ne polîs e û girêdayî partiya nîjadperest a Eniya Neteweyî ye. -
Sosyalîstan ji Hollande re gotin ‘careke din nebe namzet’
Li dijî Françoîs Hollande ku sala 2012’an wek serokkomar hat hilbijartin û mîna yek ji lîderên herî têkçûyî ya dîroka Fransa tê nirxandin, ji partiya wî banga ‘xwe vekşîne’ hat kirin. -
Li Kamerûnê qezaya trafîkê: Herî kêm 53 mirî, bi sedan birîndar
Di qezaya trafîkê de ku li Kamerûnê pêk hat, herî kêm 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. -
Wê Elmanya bûrkayê li memûran qedexe bike
Di rojevê de ye ku li Elmanyayê hikûmeta federal cilên mîna bûrka yên ku rûyên jinana digire qedexe bike. -
Li Elmanyayê li dijî Losemiyê perpûn hat pêşxistin
Hate ragihandin ku têkîldarî dermankirina pençeşêra xwîna ya bi navê Losemiya Lenfosîter a Kronîk (KLL) ku cureyê herî belavbûyî yê nexweşiya Losemiyê ye û tedawiya wê nehatiye dîtin, pêşketinek girîng çêbûye. -
Ewropa, ji bo astengkirina penaberan berê xwe dide Afrîkayê
Di civîna bilind a Konseya Ewropayê de, ku lîderên Yekîtiya Ewropayê lê amade bûn, rojeva bingehîn pirsgirêka penaberan bû. Di vê civînê de pêşniyara li ser morkirina peymana mîna ya Tirkiyeyê bi welatên Afrîkayê re, derket pêş. -
Li Elmanyayê, şaredarî wê ji ber kêmaniya kreşan tazmînatê bidin
Dadgeha Federal a Elmanyayê (BGH) biryar da, ku eger li şaredariyekê bi têrkerî kreş nebe, dikare daxwaza tazmînatê jê bê kirin. -
Nîqaşên li ser xweşbîniya li Reîchsburger û nîjadperestiyê ya li Elmanyayê
Li Elmanyayê, piştî ku endamekî koma bi navê 'Reîchsburger' a nîjadperestên tund çend roj berê 4 polîs birîndar kir û yek ji van polîsan jiyana xwe ji dest da, derket holê ku nîjadperestî ji nedîtî ve tê. -
Li Berlînê civîna bilind a li ser Ûkrayna û Sûriyeyê
Di hevdîtinên Berlînê de, ku lîderên Rûsya, Fransa û Ûkraynayê tevlî bûn, ji bo Ûkraynayê plana aştiyê dernet, lê di mijara Sûriyeyê de encamek bi dest neket. -
Çalakiya polîsan a li Fransayê dewam dike
Polîsên ku ji ber şîdeta di dema xwepêşandanên li dijî Qanûna Kar de hatin rexnekirin, bi hinceta ku bûne mexdûrê şîdetê, çalakiyan lidar dixin. -
Li gorî anketên li DYA şensê Clînton gelekî zêde ye
Kampanya hilbijartinê ya ji bo serokatiya DYA, bi sûcdarî û skandalên nû, dewam dike. Li gorî anketan, Clînton wê bi ser bikeve. -
Herêma Valon a Belçîkayê li ber CETA radibe
Li dijî peymana bazirganiya serbest CETA ya navbera Yekîtiya Ewropa û Kanadayê, ku tê payîn di 27'ê Cotmehê de were îmzekirin, berxwedana li herêma federal a Valon a Belçîkayê dewam dike. -
Fransa 5 reaktorên xwe yên nukleerî yên xetere digire
Yek ji çavkaniyên herî girîng ên elektrîkê yên Fransayê, santralên nukleerî ye. Ji ber pirsgirêkên ewlekariyê, biryar hat dayîn 5 ji van reaktoran bên girtin. -
Li Ewropayê her sal 91 hezar kes ji ber enfeksiyonên li nexweşxaneyan dimirin
Li welatên Ewropayê, her sal bi mîlyonan kes li nexweşxane yan jî klînîkan bi vîrûs û enfeksiyonê dikevin. Tê gotin, salê 91 hezar kes ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. -
Li Çiyayên Andê projeya mezin a tunelê
Li Çiyayên Andê, ku mîna bendekî welatên Arjantîn û Şîlî ji hev cihê dike, projeyeke tunelê dest pê dike, ku yek ji mezintirîn projeyên binesaziyê yên Başûrê Amerîka ye. -
Artêşa Iraqê bajarokê Hamdaniyê jî kontrol kir
Artêşa Iraqê, bajarokê Hamdaniyeyê yê li başûrêrojhilatê Mûsilê, ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, kontrol kir. -
Li 2 bajarên Elmanyayê şer û bûyera dîlgirtinê
Hat ragihandin, li du bajarên eyaleta Nordrheîn Westfalya ya Elmanyayê, bûyerên şer û dîlgirtinê qewimîn û di encamê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî dîl hate girtin. -
Li Belçîkayê operasyon: 4 kesên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin
Di serdergirtinên li 15 cihên cuda de yên li bajarê Gand, Deînze û Anvers ên Belçîkayê, 4 kesên ku girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. -
Dadgeriya Fransayê biryara valakirina Calaîsê pejirand
Li Fransayê darazê biryara valakirina wargehên qerqote yên ku bi salan e penaber bi şertên herî giran lê dijîn pejirand -
Li Hîndîstanê bîlançoya şewata li nexweşxaneyê: 23 mirî
Li bajarê Bhûbaneswar ê li rojhilatê Hîndîstanê, duh li nexweşxaneyekê şewat derket. Bîlançoya şewatê giran dibe. -
Awûstûryayê biryar da: Mala Hîtler lê ji dayik bû wê bê xerakirin
Nîqaşên li ser mala dîktatorê Nazî Adolf Hîtler lê ji dayik bû, ku bi mehan e di rojeva Awûstûryayê de ye, bi dawî bû. Wezîrê Karên Hundir Sobotka ragihand, ev mala ku nîjadperest tên dîtina wê, wê bê xerakirin. -
Du ji pênc hilbijêrên DYA'yî dibêjin 'wê deng werin dizîn'
Li gorî anketên beriya hilbijartina serokatiyê ya 8'ê Mijdarê, Hîllary Clînton wê bi ser bikeve. Lê beşeke mezin a hilbijêran bi fikar in, ku di hilbijartinê de fen bê kirin. -
Li Yemenê agirbesta ji bo 72 saetan hat ragihandin
Di şerê navweyî yê Yemenê de, ku sal û nîveke dewam dike û herî kêm 7 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, agirbesteke demî hat ragihandin.