Li gorî anketên li DYA şensê Clînton gelekî zêde ye

Kampanya hilbijartinê ya ji bo serokatiya DYA, bi sûcdarî û skandalên nû, dewam dike. Li gorî anketan, Clînton wê bi ser bikeve.

Li gelek eyaletan, dengdana bi rêya nameyan dewam dike. Di anketan de namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton bi rêyeke zêde li pêş xuya dike. Li gorî anketên hefteya dawî, di navbera Clînton û namzetê Komarparêzan Donald Trûmp de 3 heta 12 pûan hene. Di anketekê de jî rêjeya dengên her du namzetan ji sedî 44 dixuye.

Di anketa Monmoûth de rêjeya dengên Clînton ji sedî 53, ya Trûmp jî ji sedî 41 e. Di anketa CBS Newsê de Clînton ji sedî 51, Trûmp jî ji sedî 40 ê dengan distîne. Di anketa Bloombergê de rêjeya dengên Clînton ji sedî 50, ya Trûmp jî ji sedî 41 e.

Di anketên ABC News/Wash û Reuters/Ipsos de, di navbera her du namzetan de 4 pûan heye.