Li Hîndîstanê bîlançoya şewata li nexweşxaneyê: 23 mirî
Li bajarê Bhûbaneswar ê li rojhilatê Hîndîstanê, duh li nexweşxaneyekê şewat derket. Bîlançoya şewatê giran dibe.
Li bajarê Bhûbaneswar ê li rojhilatê Hîndîstanê, duh li nexweşxaneyekê şewat derket. Bîlançoya şewatê giran dibe.
Şewat li nexweşxaneya bi navê SUM a li eyaleta Odîsha'yê li beşa ku 40 nexweş lê bûn, rû da. Li gorî hejmara ku duh bi şev hat eşkerekirin, 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji rayedarên Bhûbaneswarê Bînoy Behera diyar kir, ew bawer in şewat ji ber elektrîkê rû da ye û gelek nexweş ji ber dû fetisîne.
Piştî şewatê, bi dehan nexweş ji saziyên din ên tenduristiyê re hatin şandin.
Li eyaleta Kalkuta ya Hîndîstanê, di sala 2011'an de li nexweşxaneyekê şewat derketibû û 95 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Darizandina 16 rayedaran ku ji ber negirtina tedbîrên ewlekariyê yên pêwîst berpirsyar tên dîtin, dewam dike.