Dadgeriya Fransayê biryara valakirina Calaîsê pejirand

Li Fransayê darazê biryara valakirina wargehên qerqote yên ku bi salan e penaber bi şertên herî giran lê dijîn pejirand

Weke li Tûnela Manşê ku li Îngiltereyê vebûyî li qadên daristanê yên li derdora bajarê Calaîsê jî heta nîvê havînê nêzî 10 hezar penaber dijiyan. Li Fransayê destpê kiribûn qadên Jungle (Daristana Dirinde) ji hêla hikûmetê ve were valakirin lê hin saziyên alîkariyê doz vekiribûn da ku neyê valakirin.

Di dadgehê de ku li Parîsê hate dîtin, hate gotin, valakirina bilez a wargeh û qadên ku penaber lê dimînin ên li derdora Calaîsê, ’’Armanc dike ku dawî li van şertên jiyanê bîne ku dûrî şertên însanî ne’’ Dadgehê diyar kir biryara valakirinê nikare weke ‘’Dijî mirovî û kirine zirardar were dîtin’’

Têkildarî biryarê li ser navê Wezareta Karê Hundir Bernard Cazenûeve got, ew destekê didine biryara valakirina wargehan a ji hêla hikûmetê ve hatiye dayin.

Ji meha bihurî ve beşek ji penaberên ku li Calaîsê diman ber bi herêmên cihê yên welêt ve diçûn.