Çalakiya polîsan a li Fransayê dewam dike

Polîsên ku ji ber şîdeta di dema xwepêşandanên li dijî Qanûna Kar de hatin rexnekirin, bi hinceta ku bûne mexdûrê şîdetê, çalakiyan lidar dixin.

Bi sedan ji polîsên ku 'şîdeta li dijî polîsan' ev sê roj in şermezar dikin, duh bi şev li meydana Repûblîqûe ya Parîsê li hev civiyan.

Bi qasî 200 polîsên bi kincên sivîl li meydanê li hev civiyan û 'êrîşên' li dijî xwe şermezar kirin. Polîsan îdîa kirin ku ew ji bo hempîşeyên xwe yên roja 8'ê Cotmehê li komuna Vîry-Chartîllonê di hundirê wesayîtê de bû hedefa êrîşa bi molotfan û hê bi giranî birîndar in, çalakiyê lidar dixin.

Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve li ser çalakiya polîsan daxuyaniyek da û anî ziman, ji bo zêdekirina derfetên teknîkê yên emniyetê, wê ji roja Duşemê û pê ve hevdîtin dest pê bikin.

Li gorî raporeke di hefteya bihurî de hat weşandin, di bûyerên sala 2015'an de 12 hezar 400 polîs birîndar bûne, 6 polîsan jî jiyana xwe ji dest dane. Di 6 mehên destpêkê yên vê salê de ev hejmar 6 hezar 753 ye, ku li gorî heman dema sala 2015'an ji sedî 14 zêde bûye.

Sendîkayên polîsan ên Fransayê dabû xuyakirin, ku ew ê di hefteya pêş de meşekê lidar bixin.