Herêma Valon a Belçîkayê li ber CETA radibe
Li dijî peymana bazirganiya serbest CETA ya navbera Yekîtiya Ewropa û Kanadayê, ku tê payîn di 27'ê Cotmehê de were îmzekirin, berxwedana li herêma federal a Valon a Belçîkayê dewam dike.
Li dijî peymana bazirganiya serbest CETA ya navbera Yekîtiya Ewropa û Kanadayê, ku tê payîn di 27'ê Cotmehê de were îmzekirin, berxwedana li herêma federal a Valon a Belçîkayê dewam dike.
Ji bo CETA were îmzekirin, ji welatên endamê Yekîtiya Ewropayê hatibû xwestin, ku heta roja Înê erê bikin. Lê belê ji bo hikûmeta Belçîka biryara xwe ya li ser CETA ragihîne, divê Parlamenta Valon jî vê biryarê erê bike.
Herêma Valon bi biryar e ku vetoya xwe ya li ser CETA venekişîne. Serokwezîrê Herêma Valon Paûl Magnette duh daxuyaniyek da û diyar kir, ew dema ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve ji wan re hatiye dayîn, nas nakin.
Ji ber helwesta tund a herêmê ya li dijî CETA, nepêkan e ku hikûmeta federal di nava dema hatiye diyarkirin de biryara xwe eşkere bike.
Gelek saziyên civakî yên sivîl li dijî peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa û Kanadayê derdikevin.