Li Yemenê agirbesta ji bo 72 saetan hat ragihandin

Di şerê navweyî yê Yemenê de, ku sal û nîveke dewam dike û herî kêm 7 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, agirbesteke demî hat ragihandin.

Serokdewletê Yemenê Mansûr Hadî ê li sirgûnê ye, agirbesta ji bo 72 saetan a bi milîsên Hûsî yên Şîa re, qebûl kir.

Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Abdulmalîk El Meklafî da xuyakirin, ku eger alî li gorî agirbestê tevbigerin, dibe ku dema wê were dirêjkirin. El Meklafî ji bo vê yekê jî weke şert xwest, milîsên Hûsî yên Şîa û Serokdewletê berê Alî Abdullah Salih dawî li dorpêçiya li se bajarê Taîzê bînin û avakirina komîteyek ji bo kontrolkirina agirbestê qebûl bikin.

Li paytexta Yemen Sanaayê, balafirên şer ên Erebîstana Siûdî êrîşî pîrozbahiay Roja Aşûre ya Şîa kirin û herî kêm 140 kes kuştin. Siûdiyan bi rojan ev êrîş înkar kirin. Lê belê di serî de Neteweyên Yekbûyî, cîhana derve zexta ji bo ragihandina agirbestê zêde kirin.

Ji Adara 2015'an û vir ve li Yemenê şerekî navxweyî diqewime, ku Siûdî û welatên din ên Kendavê jî tevlî bûne. Ji ber vî şerî heta niha herî kêm 7 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Tevî paytext Sanaayê, bakur, rojava û herêma navîn a welêt di destê Hûsiyan û hêzên alîgirê Alî Abdullah Salih de ne. Bajarê Aden û derdora wê yên li başûr û herêmên rojhilat jî di kontrola hêzên 'hikûmetê' yên ser bi Mansûr Hadî de ne. Li vî welatî, El Qaîde ya Yemenê û çeteyên DAIŞ'ê jî li hin bajarên biçûk serdest in.