Biryara li ser mala li bajarokê Braûnaû am Inn, ku Adolf Hîtler lê ji dayik bû, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Wolfgang Sobotka yê ji Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) ve hat dayîn. Sobotka ji rojnameya Dîe Presse re axivî û anî ziman, qatê zemînê yê xanî wê neyê xerakirin û li ser vî zemînî avahiyeke nû dikare were avakirin.
Sobotka da xuyakirin, ku li ser pêşniyara komîsyona pisporan a di vê mijarê de lêkolîn kiriye, wan ev biryar dane û diyar kir, avahiya nû bê lêkirin wê weke saziyeke civakî yan jî daîreyên fermî were bikaranîn. Sobotka destnîşan kir, tevî ku xwedî erê nekiriye jî bi biryara Meclîsa Federal wê xanî bê desteserkirin.
Berdevkekî Wezareta Karên Hundir jî ragihand, xaniyê Hîtler lê ji dayik bû, wê bi rengekî ku careke din neyê naskirin, ji nû ve bê çêkirin.
Mala li bajarokê Braûnaû am Inn, ku demeke dirêj ji aliyê Neonaziyan ve weke 'hec û navenda bîranînê' dihat dîtin, gelekî dihat rexnekirin. Ev xanî di salên 1950'î de ji aliyê şexsekê ve hatibû kirîn.
Ji ber zexta gelek derdoran, hikûmetê pêşniyar li jina xwediyê xanî kir, ku xanî bifiroşe, lê xwediya xanî da xuyakirin, ku ew xanî nafiroşe.